Ligel destpêbûna yekemîn roja sala nû televizyonek 24 demjimêran her rojê dê weşana xwe li Turkîyê destpêbiket û dê berê xwe bidete 15 milyon Kurdên texmîn kirî ku li wî welatî ne. Li dor damezirandina televizyonekê bi awayek fermî li Turkîyê ku bi zimanê Kurdî weşanê diket peyamhinêrê Dengê Amerîka li Stenbolê Dorian Jones raportek hinartîye.
TRT-6 Kanaleke dewletê, dê bi tenê bo nêzikî 15 milyon yan jî pitir Kurdêt Turkîya bit. Bernama vê kanalê dê bi zimanê Kurdî, Farisi û Erebî ête belav kirin.
Serokê Turkîye Abdullah Gul û Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan dê bi Turkî gotarêt xwo bixwînin lê dê bi zimanê Kurdî êne tercume kirin û weşandin. Kanala 24 saetî dê nûçeyan, stran û awaz û bernamêt werzişî belav ket. Herwisa bernamêt jinan û zarokan jî dê hebin.
Yekîtîya Ewropî ji nêzkîda berê xwe ditete serkeftina hikumeta Turkî li beramberî Kurdêt pêngava xwe ya nûTurkîya. Yekîtîya Ewropî mafêt kulturî yêt Kurdan kirîye şertekî serekî bo endamîya Turkîya.
Endamê Komîta Parlamanê Ewropa li ser Turkîya Richard Howard dibêjit Ewropa ya binfirehîya xwo ji dest didit digel Ankara li ser pêgirtina wê bi guhorînkarîyêt pêdivî bi endamîyê. Dibêjit "Li sal û du sal û sê salêt buhorî me çi pêngavêt berdewam bo guhorînê nedîtîne bên avêtin, ya pêdivî ye Turkîya bi sisti wernegrît ku dê çi bit heke pêgirtinê neket. Ya pêdivîye bersivê bideteve û careka dî dest bi livînê bike berev simta rast, yan jî rojekê şemendefer dê bi qulubit ku berî nûke huşdarîya hindê hatibû dan."
Gelî xwendevan û guhdaran, heke hun bixwazin guh bidine dirêjahîya vê raportê ji kerema xwe re guh bidine bernameyên radyoyê.