Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibêjin dê Obama û Nancy Pelosi roja duşembîyê kom bibin


Rojnama The Washington Post dibêje ku serokê hilbijartî Barack Obama û seroka Civata Nuneran Nancy Pelosi dê li roja duşemê kom bibin bo danustandin li ser plana bo aborîya Amerîka ya xerab û aloz.

Rojnamê gote ku duhî pêncşembîyê herdu Demokrat dê danustandina behsê plana aborî bikin di pişkekê de bo peyde kirina karî, birîna bacê û jimareka dinê ya kêşeyan.

Li du rojnama Post Pelosî gotîye ku ew dixwaze daxwazîyê amade bike bo serokê hilbijartî Obama mor bike demê ew desthilatê li 20ê vê mehê wergire.

Ew plane li nêvbera 675 heta 775 milyar dolar e.

Kombûn dê li navbera herduwan bête kirin piştî serokê hilbijartî Obama û malbata xwe vegerin bo Washington ji bêhnvedana li Hawai.


XS
SM
MD
LG