Karbidestên Hemasê dibêjin di hêrişeka asmanî ya Îsraelî de karbidestekê balê leşkerî yê Hemasê hat kuştin.
Abu Zekeriya El Cemal dê bîte diwem karbidestê bilindê Hemasê li operasyona Îsraelê bêt kuştin.
Karbidest dibêjin El Cemal roja şembî li taxê Şûca'îye, rojhelata bajêrê Xeze, hat kuştin.
Li hêrişeka dî ya asmanî roja pêncşembî karbidestê Hemasê Nizar Reyyan hat kuştin.
Li Sûrî, rêberê Hemasê Xalid Meş'el soza tollê da û hujdarî dijî hêrişeka zemîniya Îsraelî da. Bi hizaran serbaz û tankên Israelî li ser tuxîvê Xeze ne û li benda fermana dagîr kirina Xeze ne.
Bo pêzanînên pitir fayla dengî ya servey vê perê, rexê rastê, kilik bike.