Karbidestên parastina Îraqî dibêjin hêrişbereka xwekuj li dergehê mezargeheka Şîa li bakora Bexda xwe peqand.
Di wê hêrişê de bi kêmî ve 35 kes hatin kuştin û 65 kes birîndar bun.
Karbidest dibêjin wê hêrişberê xwe li xaleka vekolînê li ber dergehê wê mezargehê li taxê Kazimiye peqand, li demê Şîe xwe jibo rêûresma Aşûra amade diken.
Karbidestên parastinê dibêjin zorîna qurbaniyên hêrişa nizîkî mezargeha Îmam Mûsa El-Kazim hevwelatiyên Îranî ne.
Çaverê dête kirin bi sedan hizar Şîe bi helkefta Aşûra, ku ev sale li roja heftê heyva yeke, biçine Bexda û Kerbela.