Papa Benedict dîsa daxaza ragirtina şerê Xeze kir.
Papa roja yekşembî li gorepana Saint Peter gotarek pêşkesî bi hizaran kesan kir û wî daxaz ji Îsraelî û Felestîniyan kir demûdest şer û lêkdanê ragirin.
Rêberê olî yê Kirstiyanên Katolîc got şer û kîn çi arîşa çareser naken û dîrok vê yekê pişt rast dike.
Papa Benedict bi berdewamî daxaza ragirtina şer û lêkdana li Xeze kirye.
Bo pêzanînên pitir fayla dengî ya servey vê perê, rexê rastê, kilik bike.