Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Times: Amerîka alîkariya hêrişa Îsraelî li dijî Îranê nekir


Raporteka rojnamevanî radigehîne ku serokê Amerîkî George Bush daxazeka Îsraelî li sala bûrî red kir ji bo alîkarî kirina Tel Avîvê da hêrişê bikete ser navenda navokî ya serekiya Îranê.

Rojnama 'New York Times' roja yekşembî li ser zimanê jimareka karbidestên navnehatî yên Amerîkî û biyanî ragehand ku Washingtonê alîkariya Îsraelê nekir, lê Îsrael agehdar kir ku serok Bush destûr daye operasyoneka nepenî ji bo têkdana bernama gumanlêkiriya çekên navokî ya Iranî.

Rojname radigehînit ku Îsraelê daxaza bombên taybetî yên jêrzemînî ji Amerîka kirye digel bikar anîna asmana Îraqê da bigehine Îranê.

Karbidest dibêjin Seraya Sipî daxazên Îsraelê red kirin, lê bizavên pêkguhrîna pêzanînên agehiyê digel Israelê berfireh kir.

Bo guhdar kirin, fayla dengî ya servey vê perê, rexê rastê, kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG