Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Iraq peymannameya bo qedexe kirina çekên kîmyewî mor kir


Iraq ku li salên 1980 yan gaza jehrawî bi karanîye peymannameyek navnetewî îmza kirîye ku têda çêkirin, berhem anîn, ambar kirin û bi kar anîna çekêt kîmyayî qedexe diket.

Sekreterê Giştîyê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki Moon dibêjît ew pêngava Iraqê nîşan didete ew welate pêgîr e bi ramalîn û nehêlana çekên bikomkuj.

Amerîka ew karê hikumeta Iraqê bi bizavek dîrokî nav birîye, ku daye zanîn dê berdewam bît li ser alîkarî kirina wî welatî bi plana xwe ku çi çekêt kîmyawî nehêlet û demudezgehêt wan yêt berhem anînê jî linav bibet.

Iraq 186. welat e wê peymannamê îmza diket.

Li jêr desthilata Saddam Huseynî de Iraqê li sala 1988 çekên kîmyayî dijberî Kurdên wi welatî bi kar anî li şerrê navbera sala 1980 heta 1988 jî ew çek li dijberî hêzên Îranê jî hatine bikaranîn.


XS
SM
MD
LG