Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê çekdaran berbijarê hilbijartina encumenên parêzgehan kuşt


Karbidestên Iraqî dibêje berbijarê Şî'ayî bo hilbijartinên parêzgehên Iraqî yên bêt, teqe lê hate kirin û hate kuştin li başura Bexda.

Polîs dibêjin çekdaran Hatem'l Huseynî kuştî demê ew roja înê digel karwanekê diçû, da bizavê biket li nêzîkî bajarokê Cîbala. Ew dibêje çar kesên dî jî pêre bûn ku ew jî hatine brîndar kirin.

Huseynî endamekî Partîya Dawa ya serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî bû.

Bizava hilbijartinên parêzgehan li Iraqê dê li 31ê vê mehê destpêbikin, belê karbidestên parastinê ditirsin ji zêdebûna tundûtûjîyan li roja hilbijartinan.

Herwiha li duhî înê Leşkerê Amerîkî got yek ji serbazên wan hatîye kuştin li peqîna bomba ser caddê li Bexdayê.



XS
SM
MD
LG