Nunerê nû yê Amerîka jibo Rojhilata Navîn George Mitchell îro çarşembî berev Îsraîl dikevîte rê bo danûstandin kirinê ligel rêberêt Îsraîlî li dor vejandina proseya aştîyê.
Mitchell tête çaverê kirin digel serokwezîrê Îsraîl Ehud Olmert dîdarê biket piştî hingî biçîte devera rojava ku serokê Felestînê Mahmud Abbas bibînît lê belê wî çi plan nîne digel karbidestên Hamasê danûstandinê biket.
Ew dîplomatê Amerîkî roja sêşembîyê li Misrê bû, cihê ku Wezîrê Derveyê wî welatî Ahmed Abdulxeyd got ew geşbîn bû agirbestek dirêjmuddeh li Kerta Xezze dikarît bête bicîh kirin, ew ji dinav heftîya yekem ya meha du de.