Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin li Davos alozîya aborîya cîhanê weku reşebayek xurt binav kir


Serokwezîrê Rusyayê Vladimir Putin alozîya aborîya cîhanê weku reşebayek xurt binav diket ku karîgerîya wê li ser hemî welatan heye liber ku ew alozîye cîhanî ye.

Demê dinav yekem roja civîna kombûna aborîya cîhanê li Davos li Swissê roja çarşembîyê diaxivit birêz Putin got ew xetayêt wê alozîyê nadete pal Amerîka.

Lê belê wî got alozîya sîstema darayîya Amerîka rengvedan hebîye li ser wê girifta aborî.

Birêz Putin li hemberî her veder kirin û sinorên bazirganî û desttêwerdana hikumetan di kertê taybet da huşdarî da, demê got ew çende dê giriftên aborî hêj mestir lê biket.


XS
SM
MD
LG