Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyeka serekî ya Şîa ya Iraqê red diket ko li helbijartina şikestîye


Partîya olî ya Şîa ya serekî li Iraqê ew raport red kirin ko got bo li helbijartinêt parêzgeha roja Şembî rûbirî şikestneka mezin boye berabmerî partîyêt dî yêt Şîa yêt hevrik.

Civata Bilind ya Islamî ya Iraqê roja Duşembî evro got pileya yêkê yan ya dowê hînaye li pitirya parêzgehêt Iraqê ko helbijartin lê hatbone kirin.Herwisa soz daye ko her roleka serekî hebit li sîyaseta Iraqê.

Destgehêt ragehandina Iraqê dibêjin li dîv encamêt ne resmî yêt helbijartina gelek Iraqî xwe dîr kir bo ji Civata Islamî u partîyêt dî ko alozkarîyêt tîreyî dikene binasêt wan.Raport dibêjin, hevalbendêt serok wazîrê Şîa yê Iraqê Nourî al Malîkî ko li berêkana helbijartina behsê cê bi cê kirina qanonê dikir li şûna dirîşmêt olî, fayde ji wê çendê kiryê.

Çaverê na hête kirin ko encamêt resmî yêt helbijatinêt 14 ji 18 parêzgehehêt Iraqê heta bi kêmî çend rojêt dî bêne belav kirin li demê ko jimartina denga berdewame.Helbijartinêt roja Şembî hatine kirin bê ko alozkarîyêt mezin bi qewmin.Dibêjin ko 51 li sedê ji dengderêt ko mafê dengdanê heye pişkdarî di helbijartina kir bo.

XS
SM
MD
LG