Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raportên nûçeyan: Christopher Hill balyozê nu yê Amerîka ye li Îraqê.


Raportên nûçeyan li Amerîka radigehînin ku çaverê tête kirin Christopher Hill bo posta balyozê nu yê Amerîka li Îraqê bête destnîşan kirin.

Ajansên CBS, ABC, Associated Press û Reuters li ser zimanê karbidestên nav nehatî radigehînin ku çaverê tête kirin Hill weke balyozê Amerîka li Bexda bête destnîşan kirin.

Ev nûçeye bi fermî nehatiye pişt rast kirin.

Christopher Hill serokê şanda Amerîka bu li danûstandinên liser bernama navokî ya Koriya Bakor.

Hill nuha alîkarê wezîra derve ya Amerîkî ye bo karûbarên rojhelata Asya û Pasifik.

Hill herweha weke balyozê Amerîka li Koriya Başor, Poland û Mekdoniya xizmet kirye.

Fayla dengî ya servey vê perê, rexê rastê, kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG