Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encamêt destpêkê yêt helbijartinêt parêzgeha we diyar diken ko hevalbendiya serok wezîrê Iraqê li pêşe


Encamêt despêkê li Iraqê we diyar diken ko hevalbendiya serok wezîr Nûrî El+Malikî renge serkeftineka baş kirbît li parêzgehêt ko praniya xek wan şîane. Encamêt ko raspêriya bilind evro ragehandîn we diyar diken ko hevalbendiya rêzdar Malikî ya bi navê Dewleta Qanonê serkeftin li Bexda û li mezintirîn bajêrê duwê li Iraqê Besra kirye. Herwesa hevalbendiya serok wezîrî li heşt parêzgehêt dî li pêşe.

Di helbijartinêt roja şembî de dengderan civatêt 14 parizgeha helbijartin ji giştiya 18 parêzgeha. Dengdan we tête dîtin ko dengdaneka giştiye li ser rêberiya rêzdar Malikî berî helbijartinêt perlemanî di wextekê evsaleda.

XS
SM
MD
LG