Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sernivîs - Roja Seretanê ya Cihanî


Roja 4-ê Şubatê, roja Seretanê ya Cihanîye. Roja ku ji aliyê rêkxistiya Saxlemya Cihanî ya Netewêt Yêkgirtî bi hevkariya Yêketiya Navneteweyî ya dijî seretanê hatiye danan bo zêde kirina huşiyaryê liser vê nexweşiyê ku egereka serekî ye bo mirinê li seranserî cihanê.

Ev sale, li roja Seretanê ya Cihanî hizir hatiye danan liser girngiya hebûna zarokekê saxlem û bi bizav û livîn li bergirî kirinê li seretanê. Gelek rengêt seretanê, ji wan seretana qolonê û memkî ji qelewiya bê qam çêd bin, ku eve bi taybet cêhê aloziyêye jiber ku girftariya qelewiya bê qam li nik zarokan ya zêd dibît.

Li dîv Instituyêt Niştîmanî yêt Amerîkî yêt ser bi Instituya Saxlemya Niştîmanî ya Seretanê, evro ji her 10 zarokan, yêk li wan zêde di qelewin. Zarokêt qelew jî ku mezin dibin di qelewin. Li seranserî cihanê, zarok û mezinêt ku zêde di qelewin, jimara wan digehîte yêk milyar kesan ku ji alîyê noşdarîve, 300 milîon li wan bê qam di qelewin.

Instituya Seretanê ya Niştîmanî, bernameka nû destpêkirye ku dê hizra xwe dante ser pirsa belev bûna seretanê li Amerîka Latîn. Nuke, bi rêka hevalbendiyekê digel çend welatêt wê herêmê ew jî, Berazîl, Uruguay, Chilî, Argentîna û Meksîko, Instituya Seretanê ya Niştîmanî dê bernamêt alîkariyê hebin wek wergirtina alîkarîyê li jêr zêrevaniya noşdara û hinartina amêr û kersteyêt teknolojî bo çareser kirina nexweşiya seretanê.

Li Çînê, Instituya Seretanê ya Niştîmanî li mêje hevalbendiyeka serkeftî heboye bi taybet li warê çêkirina dermana bo nexûşîya ji berhemêt xûristî. Gelek ji rêberêt Çînê li vekolînêt mezin û li bizavêt çareser kirina seretanê li seranserî cihanê li bernama Instituya Seretanê ya Niştîmaî da pişik darin.

Li dîv pileya nuke ya belav bûna seretanê û binavsalve çûna xelkî li cihanê, heta serê sala 2020, 10 milyon kes li seranserî cihanê dê bi nexweşiya seretanê giyanê xwe ji dest diden. Li Amerîka, her sal 215 milyar dolar liser seretanê tête mezaxtin û çaverê tête kirin li deh salêt bên, ev xerciye zedetir jî lê bêt.

Welatêt Yêkgirtiyêt Amerîka rêzê li wan kesa digirt ku li seranserî cihanê, rojane bi wêrekî û bi hemî şiyana xwe digel vî bikojê bê deng şerî diken. Herwisa, rêzê digirt li lêvekolan, karmendêt noşdarîyê, kes û kar û hevalêt nexweşan û ji hemiya pitir rêzê li wan kesan digirt ku girftarî vê nexweşiyê bûne.

Bi hevkariya hevalbendêt navneteweyî û xelkê xêrxaz, em bo hîngî bizavê dikeyn ku rojek bêt çi dî bîrhatina roja seretanê ya cihanî nehête kirin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG