Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kemal Seydo seredana Wezîrê Derveyê Almanya bo Herêma Kurdistana Iraqê nirxand


Li dor girîngîya seredana Wezîrê Derveyê Almanya Frank Walter Steinmeier jibo Herêma Kurdistana Iraqê Kemal Seydo, berpirsê Tayê Rojhilata Navîn ya Rêkxistîya Navnetewîya Gelên Lijêr Gefê, dinav hevpeyvînekê de digel hevkar Muteber Şîrwanî bo Pişka Kurdîya Dengê Amerîka axift.

Rêzdar Seydo dibêje ev piştî 22 salan, cara yekê ye ku berpirsekî wisa berz û bilind yê Almanya diçe Iraqê û di destpêkê de Almanya li dijî destpêwerdana Amerîka bo Iraqê bû lê hêdî hêdî pişti ku asayîş vegerîyaye nav welatî ew jî dixwazin têkevin nav bazarê.

Birêz Kemal Seydo dibêje paş çendîn salên ku wan daxwaz ji Almanya dikir bo vekirina konsolxaneyekê li Herêma Kurdistana Iraqê ew niha gelek pê dilxweşin ku Almanya bi rêyeke fermî konsolxanê vedike û herwisa bi vî awayî Herêm dibe derîyekî mezin jibo demokrasî û federalîyê li hemu Iraqê.

Herwisa wî behsa siyaseta Almanya û raya giştî li wî welatî bo Kurdan kir û got siyaseta dewletê bi gelek hessasîyeteke mezin nêzîkî pirsa Kurdan dibe bi taybetî li Kurdistana Iraqê tirsa wan ji Turkîyayê ye.

Gelî guhdaran heke hûn bixwazin guh bidine dirêjahîya vê hevpeyvînê ji kerema xwe re îro li ser rûpela me ya Audiyoyên Kurdî guh bidine bernama 12ê nîvê şevê ya Nuçeyên Rojane.






XS
SM
MD
LG