Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gates ji rêberên NATO daxwaza alîkarîyek neleşkerî û hevbeş kir bo Afganistanê


Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates dibêje endamên NATO divêt hevbeş bibin digel Amerîka bo harîkarîya ne leşkerî bo Afganistanê, wekî destpêkirina hîn û fêr kirina polîsan.

Gates çûye bajarê Polandî Krakow bo kombûneka du rojî digel wezîrên berevanîyê yên NATO li îro pêncşemê, li demê bizavên aştîxwazên hevalbenda li Afganistanê, dê babetê herî girîng be.

Li roja çarşembîyê ew digel peyamhinêra diaxift got ew dê daxwazê ji endamên NATO biket bo hinartina bêtir serbazan bo Afganistanê li vê salê.

Belê wî got ew çaverê dike ku hevalbendên wê reng e hevkarîya ne leşkerî ya xwe sînordar be bo harîkarîya hikumeta Kabul bo peyda kirina enstîtuyên sivîl yên bihêz.



XS
SM
MD
LG