Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka gazî kirîye balyozê Surîya bo axaftina li ser babeta navokî


Karbidestên Amerîka daxwaza kombûnekê kirin digel balyozê Surîya bo behsa nîgeranîyên li ser îhtîmala bernama navokîya Surîya û piştevanîya wê bo grupên terorîsti bike.

Peyivdarê Wezareta Derveya Amerîka Gordon Duguid duhî înê got ku balyoz Imad Mustafa hatîye gazî kirin bo kombûnê digel harîkarê Wezîra Derveya Amerîka bo karûbarên rojhilata nêzîk Jeffrey Feltman li heftîya bê.

Pêywendîyen li nêvbera Surîya û Amerîka nexweş bûne.

Duguid dibêje ku karbidestên Amerîkî dê nîgeranîya li ser maytekirina Surîya di karûbarê Libnanê de dubare biket.


XS
SM
MD
LG