Çînê nerazîbûna xwe dîyar kir li ser raporta Wezareta Derveya Amerîka li ser mafêt mirovan ku dibêjît destûdarêt mafên mirovan li Çînê herî xirab e û bi hindek alîyan ve hêjta xirabtir bû li sala 2008.
Peyivdarê Wezareta Derve yê Çînê evro gote peyamhinêran ku Çîn hez diket li ser mafêt mirovan bi axivît digel her welatekî, belê bi tenê li ser binaxêt wekhevîyê û rêzgirtina hevdû, herwisa ji Amerîka xwest da berê xwe bidete giriftarîyêt mafên mirovan dinav xwe de û Washington xetabar kir ku mafên mirovan bi kar tînît weku rêkek bo mayte kirinê di karûbarêt welatêt dî da.
Wezareta Derveya Amerîka di raporta xwe ya salane da li ser mafên mirovan got Çînê tepeser kirina kêmanîyan zêdetir kirîye li Tibetê û Herêma otonomîya Sincanîgur li sala buhurî.