Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Feth û Hamas li Qahîre rêkeftinekê mor kirin


Herdu grupên partîyên Filistînîyan wekî Feth û Hamas rêkeftinek li Qahîre mor kirin bi mebesta peyda kirina hikumeteka yekgirtî û jinav birina cewazîyên linêvbera herduwan.

Karbidestên Feth û serokwezîrê berê Ahmed Qureîduhî pêncşemê gote peyamhinêran ku herdu alî bawer dikin girîngîya bi domahî înana şerrê navxwe û ava kirina enstîtuyan.

Wî got wan pênc komîte danîne bo pêkanîna hikumeteka niştimanîya yekgirtî, hilbijartinên serokatîyê û parlamanê û hezeka nûhî ya parastinê ku ne bi ser çi alîyan be bo Devera Xezze û Kenarê rojava.

Ew komîte dê dest bi karê xwe bike li 10ê meha Adarê ku 12 alîyên Filistînîyan pişikdar bûn di danustandinan de li Qahîre.


XS
SM
MD
LG