Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton daxwaz diket Îran desttêwerdana xwe di pirsêt Felesînê de rabigrit


Wezîra Derveya Amerîka Hillary Clinton roja çarşembîyê rêberê bilindê Îranê tometbar kir bi desttêwerdana di karûbarên Felestînê da piştî ku Ayetullah Eli Xamaney daxwaza berxwedanîyê li dijberî Îsraîlê kir.

Xamaney herwisa welatê Îsraîl weku kulika seretanê binav kir û serokê Amerîka jî Barack Obama tometbar kir bi berdewam kirina heman rêka xeletîya George Bush ku piştgirîya Îsraîl diket.

Wî ew axaftine roja çarşembîyê zû dinav konferansekê de li Tehranê kirin.

Clinton û serokê Felestînê Mahmud Abbas pute nedan bi axaftinên Ayetullah Xamaney û birêz Abbas got Îran divîya berê xwe bidet karûbarêt xwe û bizava xwe ya çêkirina duberekî û kilînên navbera Felestînîyan da rabigrit.

Clinton herwisa gote rojnamevanan ku wê berdewam ji rêberên Ereb bihîstîye gazinde li Îranê dikin linav vê konferansa bexşînê da ku vê heftîyê li Misrê birêve çû.


XS
SM
MD
LG