Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li êvarîyeke helbestvanîyê li Duhokê Patrick Woodcock helbestên xwe xwendin


Patrick Woodcock yek e ji helbestvanên Kanadî û li gelek welatên cîhanê gerîyaye û li gelek welatên wanên zimanê Îngilîzî zanîngehan pêşkêş kirîne û di gelek festîvalên navnetewî de li seranserî cîhanê pişikdarî têda kirîye bi semînar û dîsan bi xwendina helbestan.

Heta nûke heft kitêbên çapkirî hene û pirtuka dawîyê bi navê "Tim li pêşîya dayîka xwe bimre" li jêr çapê ye bi zimanê Îngilîzî dê li meha Nîsanê de li Kanada hête weşandin.

Birêz Woodcock nûke li Kurdistanê ye û bi Îngilîzî li zanîngeha di axivît. Li vê Êvarîya Helbest Xwendinê da 15 helbest xwendin û ji layê Şemal Akreî ve bo zimanê Kurdî hate wergerandin.

Hejîye bêjin li domahîya peyva xwo da helbestvan Patrick Woodcock xwoşhalîya xwo derbirî ku ev êvarîya ji layê Yekîtîya Nivîserên Kurd ve hatîye encam dan û hêvî xwestin ku peywendîyên wêjeyî di navbera Kanada û Herêma Kurdistanê de xurt bibin.


XS
SM
MD
LG