Karbidestêt Iraqê dibêjin, hêrişkarekê xûkuj li rojava Bexdad 33 kes koştin kû rêberêt eşîreta, karbidestêt parastinê û rojnamevan dinvwanda bûn.
Polîs dibêjin, hêrişkarî roja Sêşembî xû peqand demê çend rêberêt eşîreta li bazarekê Abu Xrêb li dervey paytextî digeryan. Li wê hêrişê 46 kes brîndar bûn.
Telefezyona Al Bexdadiye kû bingehê wê ya li Qahîra dibêjit, dû rojnamevanêt wê di wê peqînêda hatine kûştin. Rêkxistiya Peymanêrêt bê Tûxîb got, ew dû rojnamevan yêt yêkêne kû ev sale li Iraqê têne kûştin.
Rêberêt eşîretêt Sunnî û Shîa kombona xû liser aşboneva niştîmanî li avahiyekê şehrdarya Abu Xrêb bidomahî îna demê hêrişkarî hêriş kirî.
Her li roja Sêşembî, Otombîleka bombekirî li bajêrokê Hemdaniye yê piranî mesîhî li nizîkî Mosil, dû medenî hatine kûştin.
Serok wezîr Norî al Malikî bizav kirye xû nizîkî alîyêt hevrik biket berî helbijartinêt niştimanî li domhiya ev sale.
Heftiya borî, wî pêşniyaza aşbûnê bo endamêt partiya Beth ya serokê berê Seddam Husênî kir bû.
Tûndrêyêt partiya Beth roja Sêşembî ew pêşniyaz red kir. Di belavokekê da kû liser malpera wê partiya berbend kirî hate belav kirin, wan her danûstandina digel hikûmetê red kir.
Li bajêrê Musil, bakûrê Îraqê, çekdaran hêriş kire ser xaleka vekolînê û bi kêmî ve du polîs hatin kuştin.
Faylên dengî yên rexê rastê kilik bike.