Amerîka dibêjit kêşeya aborîya cîhanê kûrtir diçit û daxwazê ji hevalbendên xwe dikit bo piştevanîya plana bernama başkirina aborî da bersîngê bigrit bo aborî xerabtir nebit.
Li duhî çarşembîye serok Obama got armancên Amerîka bo kombûna aborî li meha çar ew e da piştrast bike ku kiryarên micid hebe li seranserê cîhanê bo destpêkirina aborî û gehêştina rêkeftina li ser guhorîna rast û tund.
Wezîrê Xezînê Timothy Geithner got welatên bihêz ên aborîyên cîhanê pêdivîye sozê bidin bo kiryarên mezin bo bersîng girtina xerabîya aborîya cîhanê.
Geithner dê îro pêncşemê seredana Britanya bikit bo kombûn digel wezirên diravî yên 20 welatên pêşkeftî.
Ew pêşbînîyê dikit ku piştevanîyeke berfireh û bêtir dê bête kirin bo kêşeyê.