Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî dibêjit sereray herîşên vê dawîyê li Iraqê  terorîst şiyana xwe ji dest dane


Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî dibêje terorîst şiyanê ji dest dane beramber hêzên parastinê li Iraqê tevî ku du hêrîşên xwekuj li vê heftîyê hatin kirin û bûn egera kuştina bêtir ji 60 kesan.

Serokwezîr Malikî soz daye li demê seredana xwe bo Austuralya îro pêncşembîyê, rêberên Iraqê digel serokwezîrê Austuralya û karbidestên din li paytextê kom bibit.

Herwisa serokwezîrê Austuralya hêvîdar e bo danustandin û pêywendîyên kurtir dinav herdu welatan de bête kirin.

Austuralya 550 serbazên xwe ji Iraqê li sala çûyî vekêşandîye. Bêtir ji 100 serbazan mayî ew jî li wextekî nêzîk dê bêne vekêşan.

Serokwezîrê Austurya gote hilbijartinên pêşînên parêzgehên Iraqê nîşana zêde kirina tenahîya parastin li Iraqê dide. Wî soz daye ku Austuralya dê berdewam be li ser piştevanîya xwe bo pêşveçûna aborîya Iraqê.


XS
SM
MD
LG