Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîteya Navnetewîya Xaça Sor dibêje bi milyonan Iraqî jiber şerr hejarin


Komîteya Navnetewîya Xaça Sor dibêjit ku bi milyonan xelkê Iraqê hêjta rûbirûyê feqîrî, hejarî û nexweşîyê dibin bo demê şeş salan piştî şerrê bi rêveberîya Amerîka li Iraqê destpêkirî.

Di belavnameyekê de li duhî pêncşembîyê serokê wê komîteyê got bi dehan xelk hatine kuştin yan jî birîndar bûne di hêrîşan de tevî baş kirina rewşa parastinê li hinek pişkên welatî.

Wî da xuya kirin ku grupên mafên mirovan kar dikin boi harîkarî û berdest kirina ava paqij, saxberîya saxlemîyê û hinek xizmetên harîkarîyê ku dê destpêbikin.

Belê wî got ew çende dê serbikevit heke pilleya harîkarîyê ya Komîteya Navnetewîya Xaça Sor karibe berdest biket.


XS
SM
MD
LG