Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama piştevaniya biryara helweşandina girtîxana Guantanamo dike


Serokê Amerîkî Barack Obama berevaniyê li biryara xwe dike ji bo helweşandina girtîxana Guantanamo Bay.

Di hevpeyvînekê de digel bernama '60 Minutes' ya kenala CBS, serok Obama rexne li rêbazên girtina gumanbaran li serdemê serokatiya George W. Bush girt û got ew rêbaz yêt bûne egera zêde bûna hestên dijî Amerîka.

Serokî bersiva rexnên cêgirê berê yê serokî Dick Cheney da.

Cheney gotibu ku rêbazên parastina niştîmanî yên serok Obama, ji wan helweşandina girtîxana Guantanamo, metirsiya çêbûna hêrişeka dî ya tîrorstî dijî Amerîka zêde dike.

XS
SM
MD
LG