Wezîra Derveya Amerîka Hillary Clinton îro pêncşembîyê seredana bajêrê pîşesazîyê Monterrey li bakurê Meksîkê diket dinav roja dawîyê ya seredana xwe de bo wî welatê cîranê başurîyê Amerîka.
Roja çarşembîyê Clinton got Washington dê li rex Meksîkê rabiwestît di şerrê wê de li dijberî destekêt pîşesazîya muxadderat û esrarê û Amerîka xwe jî berpirsyar dizanît jibo wan zêdegavîyêt peywendîdar liber tiştê wê gotî "daxwaza bê sinora vê" jibo muxadderatêt ne qanunî.
Wezîra Derveya Amerîka ew axaftine li bajarê New Mexico kirin.