Ragihandina fermîya Turkîyê dibêjît hikumeta wî welatî rêkeftinek ligel
Iraqê îmza kirîye ku astê bazirganîya navbera herdu welatan heta 20
milyar dolaran bilind diket.
Ev rêkeftine vê heftîyê hate mor kirin demê serokkomarê Turkîyê Abdullah Gul û karbidestên dinên wî welatî seredana Bexdayê kirin.
Ajansa fermîya Anadolu ji Wezîrê Bazirganîya Turkîyê Kürşat Tüzmen
veguhastîye dibêjît herdu welatan hevdu weku welatên herî cihê meraqa
xwe dayîne nasandin di demekê de rêkeftin rêkê didete veguhastin û
derbaz bûna azad bi rêka sinoran ve û rakirina astengêt gumrukî li ser
rêkê.