Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama stratîcîyeka nû bû Efxanistanê û Pakistanê radgehînit


Serokê Amerîka Barack Obama stratîcîyeka nû ragehand bû Efxanistanê û Pakistanê bo hinartina çend hizar serbazêt dî bo Efxanistanê û pitir gringî dan bi diplomasya herêmî.

Rêzdar Obama roja Heynî li Seraya Spî got, destûdar gelek xetere û got hindek deverêt Efxanistanê û Pakistanê di bin kontrola serheldayandane û hêrêşêt li dijî hêzêt Amerîkî, hevalbendêt Nato û hikometa Efxanistanê zêdeboyne li heft salêt borî piştî Taliban ji ser desthelatê hatîne ladan.

Rêzdar Obama got, El Qaida û hevalbendêt wê yê li Pakistanê û Efxanistanê û got al Qaida bi çelengî ya nexşa hêrişa dikêşit li dijî Amerîka ji bingehêt xû li Pakistanê.

Wî got, armanc ji straticya nû ewe ku al Qaida û hevalbendêt wê têkbiden, li çek biken û ji nav biben û bingehêt wan li Pakistanê nehêlin û rêkê nedene wan li Efxanistanê bi hêz bikevneve.

Serok Obama got 4000 serbazêt dî bo Efxanistanê dê hêne hinartin bû hîn û fêr kirna hêzêt çekdar yêt Efxanistanê kû dê li 17000 serbazêt dî hêne zede kirin kû li mehêt bên li wî welatî belave biket.

Serokî herwisa ji Kongrisê xast pêşnîyazekê derbaz biket kû wekû piştevanîyeka rastawxû her sal 1.5 milyar dolara heta 5 salêt dî bidene xelkê Pakistanê bû baştir kirina destûdarê aborî û bi hêz kirina dimokrasîyê li Pakistanê.

XS
SM
MD
LG