Roja înê Rêxistîya Hevgirtîyên Shangai (anku SCO) ya bi şêş endam ya Asyayî li Moskowê civînek pêkanî bo dîtîna rêgeyên bo şerrê dijî terorîzmê, bazirganîya muxaderat û esrarê û herwisa sûcên rêxistîyane yên li Afganistanê.
Di nav kesên hatibûn gazî kirin diplomatên ji Amerîka û Îranê jî hebûn.
Di konferansa SCO ya taybetî li ser Afganistanê de Cîgirê Alîkarê Wezîra Derveya Amerîka bo karûbarên Asyaya Navendî û Başur Patrick Moon û Cîgirê Wezîrê Derveyê îranê Muhammed Mehdî Axunzade jibo demek kurt digel hev de peyivîn.