Polîsên Brîtanya 10 Pakistanî girtin ku vîzayên xwendevanan hebûn digel du zilamên din dinav operasyonkê de li seranserê bakûrê Înglîzistanê birêve birin.
Ew girtinên roja çarşembîyê piştî hingî tên ku kêmasîyek di karê nepenî de bûye egera nîgeranîya û tirsa polîsî ku zanyarîyên li dor operasyonên parastinê eşkera bibin.
Êrîşên polîsî çendîn cih girtine ber xwe, dinav da kafeyek înternetê ku li Manchester û herwisa pirtukxaneyek li zankoya John Morris li Liverpool û desthilatdaran çi zanyarî li ser egera planên terorîzmê nedayîne, yan jî çi tomet li dijberî wan eşkera nekirîne.