Desthilatdarên Îranê dibêjin rojnamevana Amerîkî Îranî Roksana Sabrî dê heftîya bêtli ber tometên sîxurîyê bête dadgehî kirin.
Cîgirê Dozgerî Hesen Heddad ev çend roja çarşembîyê ragihand ew jî pitirî du mehan piştî Sabrî li zindana Evîna Tehranê hatîye ragirtin.
Dadvanek lêpirsînê Heyderî Ferd ku li ser vê doze kar diket digote televîzyona fermîya Îranê, Sabrî rojnamevanîyê wekû dapoşînek bikar anîye ku dest bi zanyarîyêt nepenî û fermî peyda biket û bo dezgehên zanyarîya Amerîka veguhêzit.
Ew tomete gelek rijdtir û xurttirin ji yên karbidestan li destpêkê dabûne zanîn.
Ew berî niha hatibû tometbar kirin bi hindê ku bê muhleta rojnamevanîyê bi awayek ne qanunî di welatî de kar diket.