Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gemîyên Amerîkî berev avêt lêvara Somalya di rê da ne cihê cerdevanan keptanê gemîyek Amerîkî weku rehîn ragirtine


Serokê Qumandarîya Navendîya Amerîka General David Petreaus dibêjît gemîyên Amerîka berev cihê rûbirû bûnê li avêt lêvara Somalya di rê da ne, cihê cerdevanan keptanek gemîyek Amerîkî weku rehîn ragirtine.

Kapîtanê Amerîkî Richard Philips ji roja çarşembîyê ve ji alîyê cerdevanan li ser belemek rizgarkirinê hatîye ragirtin cihên hevkarên Philips şiyan piştî hêrîşê carek din kontrola gemîya xwe bigrine dest.

Gemîyek şerkera Amerîka USS Bainbridge li pey wê belemê ye karbidestên Pentagonê dibêjin gemîyek din jî ya hêza deryayî ya bi navê Halyburton gehîştîye wê derê û gemîya USS Boxer jî dê bi zûhî bigehîte cihe bûyerê.


XS
SM
MD
LG