Karbidestên Lubnanî dibêjin giropeka çekdaran bi çekên otomatîkî û RPG-an hêriş kire ser karwanekê leşkerê Lubnanî û çar serbaz hatin kuştin.
Karbidestan roja duşembî got çekdaran buseyek li ser rêka bajerokê Rayak li Nihala Bika, rojhelata Lubnanê bo serbazan dana.
Ev hêrişeş piştî birêveçûna operasyoneka leşkerî ye li dijî bazirganên beng û muxederatan li wê herêmê.
Bingehên çekdarên Hizbollah li Nihala Bika hene, herweha ew herêma rojhelata Lubnanê çandin û bazirganî kirin bi beng û muxederatan bi xwe ve dibîne.