Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmet Turk: Li Tukiye dixwazin gelê Kurd nava siyaseta dîmokratîk jî bê deng bihêlin

Di 14ê mehê de li ser fermana serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê di çarçoveya lêpirsîna li dij PKKê de li 15 bajaran kiryarên hevdem hatibûn li dar xistin. Polêsan ragihand amadehiya vê kiryarê ji salek berê de dest pê kiriye û mebesta wan ewe ku wan 8 kesan bigirin ku biryara erîşên PKK ên li nav bajarên Turkiyê didin û wan bi rê ve dibin.

Di serdegirtinan de polêsan avêtbûn ser gelek malan, şaredariyên li başûrê rojhilata Turkiyê û her weha gelek avahiyên Partiya Civaka Demokratîk DTP. Polês digel avahiyên DTP yên li herêmên Kurdnişîn herweha avêt avahiyên DTP yên li bajarên mezin ên Tirkiyê ên wek Enqere, îzmîr û Stenbolê jî.

Di encama van serdegirtinan de li Diyarbekirê de 53 kesên ku hatibûn girtin roja şembî derxistin pêşberî dadgeha Diyarbekirê û 51 kes ji wan şandin girtîgehê û 2 kes jî serbest hatin berdan.

Piştî dezgîr kirina van kesan di serî de li Diyarbekirê de li gelek bajaran hatin şermezar kirin. Li Diyarbekirê dikandar firoşgehên xwe venekirin û di nav kuçeyan de zarok û xortan polês dan ber keviran. Polês li dij xwepêşandaran ava bi tazdîk û gaza rondijrêj bi kar anî. Wekî din gelek rêxistin û şexsiyet ku tê de gelek rêxistinên mafên mirovan hebûn êrîşên polêsan li dij DTP şermezar kirin.

Di nav kesên dezgîrkirî de endamên mekteba siyasî ya DTP, alîkarên şaredariyên DTPyî û hin parêzer jî hene ku parêzerê serokê PKK Abdullah Ocalan Siracettîn Irmak jî hebûn.

Hêjayî gotinê ye ev kiryara li dij DTP pêk hat li dû serketina vê partiyê di hilbijartinên herêmî de. Lewma karbidestên DTPyî digotin Hukumeta AKP tola hilbijartinan distîne ji DTP. Wekî ev kiryar pêk hatin lû ewê ku PKK agirtbestek yekalî ragihan hefteya çûyî û gotibû ku heta serê havînê çalakî li dar naxin. Wekî her çar dewleta Tirk guh nedabû agirbestê û berdewam bû kiryarên xwe yên leşkerî li dij çekdarên PKK.

Her derbarê girtina endamên DTP, hevkar Dexîlê Şemo hevpeyvîneka kirî digel Ahmet Turk rêberê DTP. Fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG