Pishti kiryaren polesan li dij Partiya civaka Demokratik DTP icar ji 4emin Dadgeha Cezaya Giran a Diyarbekire li Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr u Şaredarê Batmanê Necdet Atalay 10 meh cezaya zindanê biri. Dadgeê got her du Şaredar çima ku ji serhildayan re gotine “gerilla” propagandaya PKK kirine. Mahkeme ceza paş de neavet u her weha biryar da ku Baydemir u Atalay ji mafen kamu werin bepar histin. Parezeran diyar kirin ku ew de li dij vê biryarê derkevin u doza xwe bibin istinaf.
25 ê Sibatê 2008an de Rêxistina Diyarbekir a DTP xwestibu ku bi xwepeşandanekê êrisha arteşa Tirk a li ser bakure Iraqê protesto bike. Di xwepeşandanê de şaredarê Diyarbekir Osman Baydemir u şaredarê Batmanê Necdet Atalay ku we deme serokê rêxistina DTP a Diyarbekir bu axivibun. Baydemir di avxaftina xwe de gotibu “Ev mesele bi kiryaren leşkeri naye chareser kirin. Mirin nikare vê pirsgirêkê hal bike. E min dile min dishewite. Ez naxwazim polesek, serbazek yan ji gerillayek bimire. Em bi hev re di nav aşti u biratiye de jiyaneke bi rumet bijin. Heger gerillayek bê kuştin yan serbazek were kuştin 10 heben din hene ku bikevin şuna wan.” Serdozgeriya Komari ya Diyarbekirê ji Baydemir bi propaganda kirina ji bo PKK xetaber kiribu.
Baydemir di parastina xwe ya di dadgehê de got wi xwestiye ku dawi li mirinan were u diyar kiriye ka serbaz be yan ji poles yan ji gerillayek be ki bimire ew pe dişe, li ber dikeve. Atalay ji got divê dewlet gavan baveje daku ve xwina ku diherike bisekinine.Dadgehê ji li du Qanuna li dij Terorê 10 meh cezaya zindanê da her du şaredaran. Dadgehê ve ceza nequlupand cezaya pereyi. Her du şaredar her weha ji mafen gishti hatin pêbar hiştin ku heger ev şaredar bikevin zindanê ji pishti ku serbest hatin berdan nikarin şaredariyê bikin. Parezerê şaredaran Muharrem Erbey ji got ev qarar qerareke huquqi nin e ew de seri li dadgeha bilin bidin jib o istinaf.Peyamhinêrê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li Enkera zinar Kaya ev raporte hinartîye.
Fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.