Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Koreya Bakûr dê tawana resmî li dijî du rojnamevanên Amerîkî bête dan


Medyaya welatî li Koreya Bakûr li îro înê got ku lêvekolîn sebaret girtina du rojnamevanên Amerîkî bi domahî hat û dê tawana resmî li dijî wan bête dan.

Ajansa Dengûbahsan ya Koreya Bakûr got herdu dê bêne dad kirin li ser binaxê tawanîyên wan belêî behsa tawanê bi taybet nekirîn.

Herdu rojnamevan Euna Lee û Laura Ling li 17ê meha sê, demê li ser penaberên Koreya Bakûr li Çînê dinivîsandin hatin girtin.

Koreya Bakûr wan tawanbar kir bi derbaz bûna welatî bi rêka neqanûnî.

Peyamhinêrên bêsînor hikumeta Koreyê mehkûm kirine sebaret muamela jinan û wekî gunehbarîyên demê karê xwe dikirin.


XS
SM
MD
LG