Roja înê rêkeftî 24ê meha çar, 2009 li demjimêr 12ê nîvro li baregahê Migrasyon re civînek rojnamegerî hat gêran.
Armanca vê kombûnê piştgirîya Partîya Civaka Demokrat (DTP) bû ku ev heftîyeke hêrîşên dewleta Turk li ser endam û baregahên wan pêk tên û pitir ji sedan berpirs di zindanê da ne û şaredarê Diyarbekir Osman Baydemîr û şaredarên Batman û gelek şaredarên din sizaye zindanê dane ser.
Ev karê hane bû egera nerazîbûna gelek sazîyên nêvnetewî, civaka sivîl û mafê mirov, bi taybetî jî alîyê Yekîtîya Ewropa ve hate protesto kirin.
Bo heman armancê nûnerên gelê Kurd û sazî û rêkxistinên li Almanya dengê xwo digel dengê DTPê berz kir û nameka protestoyî pêşkêşî serokwezîrê Turkîye Recep Tayyip Erdogan kir û daxwaz jê kir bi diplomasî, aştî û brayetî kêşeya Kurd li Turkîye bête çareser kirin, ne bi tundûtûjî û înkar kirinê.
Gelî guhdaran heke hûn bixwazin li dirêjahîya vê raportê guhdarî bikin ji kerema xwe re li bernama 1ê nîvêşevê guhdarî bikin li ser rûpela me ya Audioyên Kurdî linav Nûçeyên Rojane.