Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Amerîka dibêjin Înfluenzeya Berazan a niha ji ya sala 1918 bêhêztir e 


Karbidestên Amerîka dibêjin vîrusa H1N1 ya înfluenzeya berazî weku xuya gelek bêhêztir e ji vîrusa nesaxîya vegir ya sala 1918 ku li seranserî cîhanê bûye egera mirina bi dehan milyon kesan.

Seroka Pişka Înfluenzayê li Navenda Amerîka jibo Kontrol kirina Nesaxîyan û Pêşgirîyê roja eynî got zana hemû cînatan di vê înfluenzeya nû de nabînin û vîrusa H1N1 hatîye piştrast kirin hetaniha bibîte egera mirina 16 kesan li Meksîkê û kesekê jî linav Welatên Yekgirtîyên Amerîka.

Desthilatdar li Meksîkê niha dibêjin weku xuya kesên tûşî vîrusa H1N1 dibin bi hêsanî bi rêka dermanên dijî vîrusan bêne çareser kirin eger ew bi zûyî bikevine ber çareserîyê.

Meksîk dinav nîvîya wan pênc rojan de ye ku qedexe bûna kombûnên berfireh ûherwisa dayêxistina giştî hatîye ragihandin weku bizavek bi merema hindê ew nesaxîye teşene ket her çend li cihên din hinek haletên wê nesaxîyê hatine raport kirin.


XS
SM
MD
LG