Milîtanêt Talîban li Gelîyê Sewad li bakûrê rojavaya Pakistanê roja sêşembîyê çûne hundirê bajêrokê serekeyê wê herêmê Mîngora û dest bi ser çendîn avahîyêt hikumetê da girtin û mînêt jêrerdî bi dirêjahîya rêkêt sereke çandin.
Her di vî demî de bi hezaran kes hatine dîtin ku wî bajêrî di cîde dihêlin jiber ku ditirsin operasyoneka mezina leşkerî birêve biçit.
Wezîrê zanyarîyê yê wilayeta ser tixubê bakurê rojava Miyeniftuxar Huseyn got desthilatdar çaverê dikin ku dinav rojêt bihêt da 500 hezar kes gelîyê Sewat bicîde bihêlin û wî ragihand hikumet kempêt di demkî jibo wan kesan amade diket ku çaverê têne kirin mişext bibin.
Leşkerê Pakistanê nedaye zanîn ka ew plan diket êrîşê biket ser gelîyê Sewat yan na ya ku dê serederîyê bike ligel wan rexneyêt ji rêkeftinek aştîyê ya hikumetê ligel Talîbanên li herêmê hatine girtin.