Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan hêrişêt hewaî dikete ser Swat


Xelkê medenî yê bizavê diken ji şerê li nihala Swat yê Pakistanê birevin li demê kû hêzêt hikumetê hêrişêt xwe zêde diken dijî çekdarêt Taliban piştî rêkeftneka aştiyê li herêmê hatiye şikandin.

Roja Pênşembî, hilîkopterêt leşkerî û firokêt cengî bingehêt bergoman yêt Taliban li Swat bombebaran kirin.

Karbidestan bo demekê berwext berbend kirina hatin û çunê li herêmê sist kir û karbidestêt herêmê bi dehan hizar medenyêt derbider wergirtin. Peyvdarekê Xaça Sor (Sebastien Brack) gote Dengê Amerîka, gelek ji xelkî malêt xû hêlaye ne çune kempêt bo derbideran hatîne danan lê li hidek cihêt dî li deverêt xû akincî boyne.

Peyvdarekê Sufî Muhemmed, melayê tondrê ko li rêkeftina şerrawestanê dem kurt harîkarî kirbo, got, yêk ji korêt Muhemedî roja Pênşembî hate koştin demê bombeyek yan jî topek bi xanyê wan keftî li devera Dîr.

Leşkerê Pakistanê dibêjit pitir ji 200 çekdara di hêrişhêda hatîne koştin.

XS
SM
MD
LG