Serokkomarê Amerîka Barack Obama meha bêt seredana Misrê diket û li wir gotarek pêşkêşî cîhana Îslamî diket.
Ragihandina fermî ji alî Seraya Sipî Robert Gibs hat dan;
"Serok dê gotarekê li Misrê pêşkêş ket ew gotar dê sebaret pêywendîyên Amerîka ligel cîhana îslamê bit."
Li demê jibo rojnamevana diaxift pirsyar ji Gibs hat kirin ka jiber çi serokî Misrê hilbijartîye û rewşa mafên mirovan lê cihê xem û nerehetîya Amerîka ye û herwisa sozên serok Obama dayîn jibo demokrasîyeta rast û dirust wî got ev pirs wê bêne bahs kirin li kombûna serok Obama digel rêberên Misrê.
Wî got jî Misr dinav cergê cîhana Erebî da ye. Evcar got serok dê jibo civakeka gelek mezintir ya Misilmana bi axivitin:
"Berfirehîya gotarê û meraqa jibo serokî ku bi axivît mezintir e ji cihê biryar e ku gotar lê bête pêşkêş kirin yan jî ka serokê wî welatî gotar têde tête pêşkêş kirin kî ye."
Ji roja yekê serok Obama nîyaza xwe dîyar kirîye jibo diyalogê digel cîhana Misilmana. Di gotara xwe ya wergirtina desthilatê da wî got Amerîka dê destê xwe dirêj biketin eger rêberên Mislimana destê xwe vekirin jê re.
Gelî guhdaran heke hûn bixwazin li dirêjîya vê raportê guhdarî bikin ji kerema xwe re îro li ser rûpela me ya Audioyên Kurdî guh bidine bernama 1ê nîvê şevê linav Nûçeyên Rojanê.