Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pênc serbaz li bingehekê Amerîkî li Bexda hatin kuştin


Leşkerê Amerîkî li Îraqê ragehand ku pênc serbazên hevalbendî li bingehekê Amerîkî li Bexda hatin kuştin.

Leşkerî ragehand ku ew serbaz nîveroya duşembî li Camp Liberty hatin kuştin û lêvekolîn berdewame.

Bi layekê dî ve karbidestên Îraqê dibêjin ku karbidestekê bilindê polîsî li Bexda hat kuştin.

Karbidest dibêjin jimareka çekdaran li navenda paytextî teqe li Abidulhûsên Muhsin El-Kazimî kir û kuşt.

El-Kazimî duwem karbidestê bilindê Îraqî ye di demê sê rojan de bêt kuştin. Roja sêşembî çekdaran li bajêrê Besre, başûrê Îraqê, ceneralekê polîsê Îraqî kuşt.

XS
SM
MD
LG