Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakûr dê li çarê meha şeş herdu rojnamevanên Amerîkî dadgehî biket


Koreya Bakûr dibêjît ew du rojnamevanêt Amerîkî ku li meha sê li ser tixubê ligel Çînê hatine girtin, dê çarê meha şeş dadgehî biket.

Raportek yek arasteyî ji alîyê Ajansa Dengubahsên Navendîya Koreya Bakûr çi zanyarîyên zêdetir li ser hindê nedan.

Herdu rojnamevan ku bi esil Çînî ye li 17ê meha sê nêzîkî tixubê Koreya Bakûr û Çînê hatibûne girtin, demê jibo televizyonek Amerîkî raport amade dikirin.

Ew bi çûna ne qanunî bo nav xaka wî welatî hatine tometbar kirin herwisa bi hindê ku şikra kiryarên dijminkarîyê nexuya cîbicî kirîne. Eger ew mahkum bibin dê bo muddehê pênc hetanî deh salan bikevin zindanê.


XS
SM
MD
LG