Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates piştrast kir ku Îranê avêtina muşekek mewda navendî ceribandîye ewa ku dikare bigihîje Îsraîl, rojava başûra Ewropa û bingehên Amerîka li Rojhilata Navîn.
Peyivdarekî Pentagonê dibêje ev ceribandin nîşan dide ku çewa Amerîka di xemgînîya xwe de raste ku Îran xwedî bernamek navokî ye û muşekên balîstîk çêdike.
Di gotina xwe de li ber Kongresa Amerîka Wezîrê Berevanîya Amerîka got:
"Duhî Îranîyan muşekekê avêtîye ku xuyaye mewda wê 2000 heta 2500 kîlometre ye. Li gorî agahîya mi wergirtîye ceribandin serkeftî bûye belê jiber ku hindek girift di motorên wê de peyda bûne, hîç nebe ji me weye ku di vê qonaxa ceribandinê de mewda avêtinê nezî 2000 kîlometre bûye belê ez nizanim ka li armancê daye an na."
Îran dibêje muşekê bi serkeftin li armancê daye.
Seraya Sipî dibêje programa muşekî ya Îranê nîgeranîyeke mezin e jibo serok Obama jiber ku ew divêt pêywendî digel Îranê de deyne.
Serok Obama vê heftîyê got eger hat û heta dawîya vê salê ew bersivek erînî ji Îranê wernegre dê li ser rêbaza xwe ya bo Îranê carek din bi şêwire."