Serokê Amerîka Barack Obama dibêjît ew dixwazît zindana leşkerîya Amerîka li Guantanamo Bay li Kuba dayêxît serrayî wan rexnêt ji alîyê cîgirê serokê Amerîkayê berê Dick Cheney û qanundarêjên Amerîka ve hatîne girtin.
Dinav gotarek niştimanîya televizyonî de roja pêncşembîyê birêz Obama got ew pêgîr e li ser hindê ku heta meha yek sala bihêt dawîyê bi wê tiştê wî gotîye "bê serûberayîyê" li Guantanamo bînit ku rêveberîya wî weku mîrat wergirt berî çar mehan berî niha dest bi kar bû.
Serok Obama got nêzîkî 240 girtîyên li wê derê li benda dadgehî kirinê ne dê jibo zindanên Amerîka yên herî parastî bêne veguhastin û dê dinav dadgehên sivîlên Amerîka de dê bêne dadgehî kirin li demekê da hinekên din dê bi Komîsyonên Leşkerî bêne sipartin.
Wî got rêveberîya wî heta niha veguhastina 50 girtîyan bo welatên din pesend kirîye.