Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibêjin wezîrê bazirganî yê Îraqê xwe bezir kir


Piştî serok wezîrê Îraqî Nûrî El-Malikî dest li kar vekêşana wezîrê bazirganî yê Îraqî Ebdul-Felah Sudanî pejirand, jêderekê agehadar ragehand ku wezîr û birayê wezîrî xwe bezir kirin û cihê mana wan nahête zanîn.

Desteya Nezahe ya Îraqê wezîrê bazirganî bi tawana gendelî xeta bar dike.

Serokê Desteya Nezahe Sebah Se'dî rexne li serok wezîrê Îraqî girt ji bo pejirandina dest li kar vekêşana Sudanî û got ku Malikî diviya li benda fermana perlemanê Îraqî ba.

Se'dî herweha got perleman dê mafê parastinê (hesane) yê Sudanî helweştînit û ew dê hête dadgehî kirin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG