Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rengvedana navnetewî beramber axaftina serok Obama ya li Qahîre cuda cuda bû


Gelek rengvedanên navnetewî beramberî daxwaza serokê Amerîka Barack Obama ku di gotara xwe da dibêje "destpêkeka nû di pêywendîyên Amerîka digel cîhana Musilman de" pozîtîf bû.

Rêberên olî li El Ezher, zanîngeha kevnî Îslamî, digel Zanîngeha Misrê bihevre rêûresm rêxistibûn bo pêşwazî li gotara serokê Amerîka Barack Obama bikin wekî nîşanekê bo peyde kirina qonaxeka pêkînana pêywendîyên nû.

Hinek li Rojhilata Navîn pêşwazî li axaftinê serok Obama yên gotarê kirin sebaret şerrê Îsraîl û Filistînîyan.

Peyivdarê serokê Filistînîyan Mehmud Abbas got pêngaveka girîng e u destpêkeka baş e di rêbaza nû ya Amerîka da.

Hikumeta îsraîlê got Îsraîl hevbeşa hîvîya serok Obama diket ku bizava Amerîka nîşanek e bo destpêkirina dengekî nû ku dê şerrî bi domahî bînet.

Berî gotarê dabû rêberê bilindê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamaney got ku Amerîka nikaret bi rêka gotarê û axaftinê guhorînan biket.


XS
SM
MD
LG