Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bêrîvan Ongorur berbijara bo Parlamana Yekîtîya Ewropî ji Partîya Çep ya Swêdê bo Pişka Kurdî axift


Roja yekşemê li Swêd û 18 welatên din hilbijartinên Parlamana Yekîtîya Ewropa encam dide. Li 27 welatên endamên Yekîtîyê ku Swêd yek jê ye, dibe ku kandîdek Kurd jî ji lîsta Partîya Sosyal Demokrat û Partîya Çep û Partîya Kesk bê hilbijartin.

Bêrîvan Óngórûr bi resen Kurdek Turkîye ye û di lîsta partîya xwe de li cihê çarê ye. Li sala 2004 Partîya Çep bi tenê du kursî bi destve înabûn belê bi bawerîya Bêrîvan şansê wê ji hemu berbijarên din baştir e. Li ser vê yekê ji Dengê Amerîka re peyivî û got:

"Wek ku hûn dizanin pênc namzetên me Kurdan hene, dinav van pênc namzetan de şansê me yê herî mezin e jiber ku ez ji partîyek biçûk ya Çep têm li Swêd û jiber ku rêza min a çara ye. Belê jibo ku ez bêm hilbijartin divêt dengên taybêt bên dan. Nêzîkî heyşt heya du hezar deng ji min re lazimin. Heke em li Swêd binihêrin nêzîkî 100 hezar Kurd hene û ji van 45 hezar dikarin dengên xwe bidin jiber wê jî şansek mezin heye heke em Kurd dengê xwe bidin."

Rêzdar Ongorur dibêje divê gelê Kurdên Swêdê çalak bin û beşdarî di vê prosa hilbijartinê de bikin. Dibêje:

"Penaberên me yên li Swêdê narin dengê xwe nadin. Ez bixwe çûm Kurdistana Başûr heftakê. Li wir ez li ser televizyon û radyoyên Kurdî derketim, min li ser malperên Kurdî jî nivîsand. Jiber ku pirsgirêka zimên dinav gelê me de heye min xwest ku ez bi vî awayî ez bi zimanê Kurdî bala gelê Kurdên li Ewropa dijîn û bi taybetî li Swêdê dijîn bikşînim ser hilbijartinê û girîngîya dengdanê."


XS
SM
MD
LG