Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Iraq dê di referandumê da li ser rêkeftineke bi Amerîka re dengê xwe bide


Iraq dinav referandumeke niştimanî de li meha yek, sala bihêt, şeş mehan piştî wî wextê ku li destpêkê hatibû diyar kirin, li ser rêkeftinek parastinê ya Washington û Bexdayê dê dengê xwe bidet.

Peyivdarê hikumeta Iraqê Elî Debbax roja sêşembîyê gote rojnamevanan referandum dê digel hilbijartinêt parlamanî dê di yek wext de birêve biçit, da zanîn hikumet biryar da rêkefta referandumê biguhorît bi merema berdest kirina wextekî pêdivî û herwisa kêm kirina xerca wê.

Ji alîyek din ve zelamek ji wilayeta Michiganê ya Amerîka bo nêzîkî çar salan hatîye zindanî kirin liber berdest kirina zanyarîyan bo hikumeta Saddam Huseynî berî dagirkirina Iraqê ji alî Amerîka ve.

Dadvanek federalî roja sêşembîyê ew hukme bo Necîb Şemamî diyar kir.

Şemamî li meha yek gunehbar bûna xwe qebul kir. Ligor belgenameya dadgehê Şemamî çendîn caran çûye Iraqê û ligel karbidestên zanyarîya welatî kom bûye.

Wî daxwaza lêborînê li dadgehê kir û got wî jibo berpirsên hikumeta Seddam Huseynî ew karî kirîye.


XS
SM
MD
LG